Ji pirtûka „Di welatê Pirtikan de“
1/2
Wergerandin
ji zimanê Elmanî: Dilgeş Isa
Lêvegera deqê Kurdî:
Serhan Isa
Têbênî:
Xemxwerên peyva resen, xwendevanên birêz, di vê wergerandinê de me wisa hewil daye, ku her tiştî ne kêm û ne zêde wekî ku hatiya nivîsandin em ji we re pêşkêş bikin.
Rûpelê pêşî ji Pirtûkê:
Nivîskar kîye?
Philip Marsden çar Pirtûkên gernasiyê
nivîsandine. Di sala 1991
an de li Qefqasiya bû, û bi çavên xwe ew
tevlîhevîya ku yekser piştî hilweşandina Sofiyeta Yekbûy çêbû, dît.
Di salên Notî de gelek caran çu
deverên ku berê dibin destê
Şahinşahiya Rûsî
de bûn. Dı sala 1999
an de "Im Land der Federn" ( di Welatê Pirtikan de) xelata Thomas Cook Adward wergirt. Îro, Philip Marsden di gundekî de li Cornwall dijî.
Kurtenivîsa li ser cildê
taliya Pirtûkê:
Ermenîstan, Rûsiya û Corcistan- eva çend salên ku
Philip Marsden di nava Ewropa rojhilat
de digere û li ser dinivîsîne.
Di gera xwe a dawî de, berê xwe da Qefqasiya ya ku
Hîrodot ji ber piraniya berfa wê navê "Welatê Pirtikan" lê kiribû.
Marsden li wê derê dibîne ku rewşa miletna
gelek zor bûye her weha Îmbratoriya Sofiyetê gelekî bi dijwarî têkçûyî
ye.
Û li layekî dîtir merovên belengaz û hejar dibîne, lê
hêviya xwe bi paşarojeka xweş winda ne
kirine.
Kîvroşka Samvêl û Êzdî
(rûpelê 245 an ta rûpelê 257 an)
Bas sê se,etan dereng hat. Ta ez bigihim Tiblissi dê bibê
şev û Tiblissi ne devereke hêmine ku merov karibe bi tenê lê
bigere.
„Ez dê werim, lê pêwîst
nîn e tu Kîvroşka xwe bikujî.“
„Ez dê Kîvroşkê
serjêkim! Em dê ji xwe re bibirêjin.“
„Na, Samvêl.“
Samvêl
eniya xwe xwerand. Dem piştî nîvro bû û rojê
ronahiyeka gerim dida newala Kurayê.
Li dûr bilindiya çiyayê Qefqasiya yê şîn xuya dikir.
„Başa hevalê min î
hêja, ez dê wê Kîvroşkê berdim û yeka din serjêkim, gelek Kîvroşkên
min hene.
Tu karî yekê bi xwe
re bibî Inglîstanê“.
„Vîsa jê re pêwîst e“ „Ez
dê yekê (Vîsakê) jê re peyda kim“ „Ma pasporta wê ya Corcistanî heye? „
„Na, ev Kîvroşkeke
Sofiyatî ye“ „Eger wisa be, dê bêjin ew sîxur e (casûs e).“
„Ji ber vê yekê gereke em
serê wê jêkin û bibrêjin.
Tu çi dibêjî?“
Samvêl pişta xwe da
kursî, rûyê wîna ji mendehoşiyê sor bû û di çirisî. Destê xwe avête kurkê
xwe û nameyek ji berîka xwe deranî. Name hevala wîna îro jêre hatibû.
Hevala wî di nameya xwe de
dibêje gereke ew zû bê Tiblissi, ji ber ku ew bêy wî nikare bijî.
Ew dixwaze ku Samvêl
birastî û ji dil jêre bêje, ka ew çiqasî jê hes dike.
Wekî din ew nizane dê çi
çê bibe eger Samvêl yekser neçe cem wê û jêre ji dil nebêje, ka ew ji dil wê
dive yan na.
Malbata Samvêl li Tiblissiya
kevin di du xaniyên tenekeyî î bê çare de li ber qeraxê Kurayê dijîn.
Di navbera herdu xaniyan
de hewşek hebû, binê
wêna bi heriyê asê kiribûn
û di nava hewşê de dareke hinaran hebû.
Çuqliyên darê xwe berdabûn
derdora maseke depî. Cihê ku mase li ser danîbûn ne rast bû.
Dayîka Samvêl qoriyek
nêzîkî kerezên kelandî û li ser masê danî. Samvêl kunekî kîvroşkên xwe
dibin masê de çe kiribû.
Çawa ava Kura ya Ufer diherike
wisa jî ev êvar li ser min derbasbû.
Û di ser giran re heyv
derket û ket pişta çuqliyên
dara hinaran.
Di nîvê şevê de, heyv
ji pişt çuqliyên dara hinarê derket û li ezmanê zelal/safî bi rengê
nîvgokî diyarbû. Û me wisa dema xwe hemî li ber ronahiya heyvê li dora masê
derbas kir.
Samvêlê
devliken/dilşad destê xwe danîbûn ser milên Tamara, di rex wî de
xwîşka wî Jujuna û dayika wê, metek û apekî wîna jî rûniştîbûn, hemî
bi hev re tevlîhev bi ermenî, corcî û rûsî diaxivîn û ji nav bexçeyê din piste
pisteka nexweş tamsar ya havînşeveke tiblîsî dihat Di ser hemî şivîlên
herî de yên Êzdî dihat.
Bi lingsifikî bi pêlavên
xwe yên lastîkî bi rê ve diçû. Rêya hatina wîna ya xwehir gelekî kevin bû, wekî
kevnariya Încîle, lê ji wî re ne xem bû, ew weka marekî di wan rêyan re diçû.
Piştre te dît ji nişka ve diket hewşê, destên xwe li dergihê hewşê
dida li pişt xwe digirt û şûşeyekî eraqê ji gumlekê xwe yê
pifday dianî der û didanî ser masê. Jujuna bi dilnazikî lê dinêrî û digotiyê:
„hey serxweşê bêfesal.“
„Ta nuha hîna min qurtek
jî nevexwariya.“
Rahişt şûşe
û Sê pêk tijî kirin û danîn ser masê.
„Şêx-Pîr-Mirîd, ev in
çînên Êzdiyan.
„û tu ji kîjan Çînê yî?
Min dixwest bizanibim.
Rahişte pêka pêşî, heyvê xwe li
ezmanê jorîn diyar dikir.
„Sêx“Jujuna keserek berda
û got „Mîrekî Êzdiya“
Samvêl rabû ser xwe û çû
Koxê bi qerpika Kîvroşkekê girt. Bi herdu guhên wêna girt û bakir dayika
xwe:“ dayê kêrê bîna!“
Dema ku Samvêl xwest wê
bikûje, Kîvroşkê xwe ji nav destên
wî rizgar kir, li ser masê çû û hat
û talî xwe çip kir û bazda nava
hewşê, lê Samvêl dîsa di tariyê de bi dûv ket.
Jujuna behsa gezmaxa xwe
ya heyva derbasbûy dikir. Kêfa wê gelekî ji Bulgariya re hatibû, lê Romaniya
tijî Qereçî bûn. Ew çûbû Stembolê û li bazarê qarîşeka çermî bi qeseb,
xirxirk û mirmirk dîtibû-lê li biniya bajêr, li ber qeraxê çêm, gemara wê derê
wey Xweda, gemar û bihna genî, û Zarokên hemû bêmerês û gemarî. Merovên
reş li welatê we hene, berê xwe dida min û dipirsî, tu zanî ew yên
reş, çend bihna genî ji wana tê. Lê welatê Tişîkosilofakya ez behwer
dikim nexerab bû! paqij û Ewrupî bû û wekî din jî Qereç li wê derê xuya ne
dikirin.
„Li vê derê, li Tbilissi,
em her
gav
tolerant in.
Dema ku Birîcênêf hat,
axiftinek li ser dostaniyê pêşkeşkir.“
Jujuna hejmara 102 an li
ser masê nivîsand.“
Sed û Du miletên cûrecûr li Tbilissi bi
aştî bi hev re dijyan.
Jiyana me berê wisa bû, lê
neha, de ji xwe re guhdarî bike“ di nav kewte kewte Kûçikan, qîjeqîjên Zarokan, û dengê fîşekan ku ji dûr ve têt em dijîn.
„Ev çi pîsîtiye? Em bi
hewcedareê Sitalînekî ne“ ta van teşqelan û vê pîsîtiyê ji ortê hilîne.“
Samvêl vegeriya û
Kîvroşk di destê wî de, derbasî xwaringehê bû û kêrek anî. Kîvroşka
reben ya bi guhan ve di nav destên wîna de daleqandî, lingên wê diçûn û
dihatin.
„û neha em dê xwarineke
xweş ji mêvanê xwe re çêkin!“
Jujuna rabû ser xwe û
tepek li Samvêl da, Kîvroşk ji nav lepên wî derxist û berda Koxê. Samvêl
çav li kêrê beloq kirin û di rex Tamara de rûnişt, lê wê berê xwe jê
guhert.
Dawî ji kêlekê rabû û li
dereke din rûnişt. Çav li xew, xwe dirêj kir û çîroka zilamê ji serê Çiyê
ketî ji me re got, û Jujuna her û her çavên wê ji devê wî qut nebûn.
Û bi vî rengî şeva
pêşî li Tbilissiya kevin ya sermedî, beriya Sedên Salan hatî avakirin
derbas bû. Di wê şeva ku Kulîlkên gihayî yên dara hinarê yek li dûv yekê
bê deng li ser masê diketin, diketin ser serên me, ser milên me û li ser
Samvêlê razayî. Heta diketin qedehên me û ser kunkê Kîvroşkan, û herwisa
Kulîk ji darên li ber qeraxê Kurayê diketin û li ber ava wîna a sipî diçûn,
diçûn ta dighan Rustavi ta qeraxê deriya Qezwîn.
Li wê devera ku li gorî
Çîrokan gelek zeyt lê peyda dibe, ji gotinan hingî zeyt li wir pir e, bi binê
lingan ve asê dibe, û ti çara jî nîn e ku merov xwe jê rizgar bike.
Şêxê Êzdiyan gote
min, „Tu dê min zû bibînî, min ereba xwe ya Dondirmê ( Eis ) li wê anîşkê
rawestandiya ku wêneyê Tsereteli lê ye."
Lê sihra Tbilissi aqil û
sewdanê min ji serê min bir û ez ketim nava wan zikakên biçûk, teng û dihevde.
Min kir û nekir ku ez di dema piştî nîvro de di wan xaniyên depî yên kevin
de wî aqilmend û gelekzimanzanê Laz û wî Aşûriyê kor bibînim, min nedîtin.
Wî Aşûriyê kor ku
çîrokên sawîryane li ser Apokalypse, li ser koma swarên xaçperest, li ser
kurapê Gurdjieff û li ser Prygunên/hespên Rûsî digotin.
Piştra min tê anî der ku hemû derew
bûn. Ew kes ji binî nebûn, ew wîna ev çîrok û leheng hemî ji sawîrên xwe
afirandine.
Rabû min bihna xwe berda, hemî tişt ji
serê xwe avêtin û li gor jiyana xelkên bajêr bi rê ve çûm.
Min
defterên xwe yên jihevketî di oda xwe ya li anîşka bajarê kevin li ser
masê danîbûn ser hev û
her roj berê sibehî li wê
derê rûdiniştim.
Ez gelekî kêfxweş
bûm, min piçekî dixwend û li çûn û hatin û bêdengiya li ser rêyan di bin oda
min de temaşa dikir.
Xwediya xanî jineke xewar
bû, zilamê wê di Firqeke Leşker yê corcî de Eqîd bû. Piştî ku Du
rojên min li wê derê derbasbûn, çend rojek bînvedan ji xwe re stand û hate
malê.
Ji şerekî giran ve
dihat.
Li başûr komeke
Eşqiya girtin û xelk ji wana verîsiya. Berî ku ez bêjmê jî, wî di cih de
zanîbû ku ez çûbûm başûrê Ossetien.
Bi tenê serxweşiya me
ya dînîtî hişt ku ez di xanî de bimînim, bêy ku ew min ji xaniyê xwe
bavêje. Piştre Du rojan li ser hev raza û talî vergeriya ser karê xwe,
eniya şer.
Serşoka bajar a kevin
li aliyê din yê cadê bû. Ji cadê ve merov tiştek nedidît, lê dema merov
diket nava wê, ji pişt pêpelûkên û wêna ve, gerdûneke dîtir didît, di wan
Şikeftên binerd de ava gerim ji Kahniyên Kibrîtî ji bin wan latên tazî
diherikî.
Lê ji ber ku av li bajêr
kêm bû, heftiyê bi tenê dû caran min li wir serê xwe dişuşt.
Bi hilma wê ava gerim
laşê min nerim dibû û talî min hindek ji wê avê bi serê xwe dadikir û ez
radibûm.
Paşî ez diçûm min li çayxana
Serşokê çayek bi
qedehên bi rengên sosinan
vedixwar û tîrêjên rojê xwe di navbera qulên banê Çayxanê re diyar dikirin.
Ew çayxane ya jineke
Ermenî bû, dema bi dengê xwe yê qor dikenî devê wêna yê bê dinan xuya dikir.
„Hemû têna cem min, ewê ha
Corcî ye, yê din Azerî ye, ev Yewnanî ye û ev Rûsî ye û ewê hanê Ermenî ye.
Dema ku têna cem min hemû
heval in.“
Dûyê çixara li jor difûrî,
diket nav tîrêjên rojê û dengê qerbalixa wan bi hêztir dibû.
Car cara deriyê Seşoka
Jinan vedibû û merov çepçepa şimikên wana ku ji nava Şikeftê
derdiket, dibihîst.
Min got dibe ew bîst salî
ye, lê dibe ku biçûktir be jî.
şefeqekê li beramberî
min rûnişt û ji min re got bê ka çawa wana dema ku sala 1991 an Şer
dest pêkirî ew nêzîkî Serşokê girtin.
Wî bazdabû û xwe ji tirsa
di odekê ji yên jor de veşartbû.
Çar ji wanan hatibûn,
derbasî odê bûbûn , ta bihnekê xwe vehesînin, û dema ku Cercûrên xwe guhertin
Pakêteke dermanan vekirin û bi derziyan Morphium ji şûşekî piçûk
kijandin, digotin, „ev tirsa mirov winda dike.“
Tu jî bicerbîna.
Lê wî nexwest û dît ku
çawa ew di pencerê re
derketin û çûn. Hêdî hêdî
li qelavîska çûn aliyê din yê rê - gelekî ji xortê ciwan dûr neketin - û li
nêzîkî dikanê yek ji wan hata kuştin, wî xortê ciwan tirsa di çavên wî yê
Kuştî de bi çavên xwe dît.
Ji nava hewsa dêra Ermenî
"Sourp Nishan" ve dar diya dibûn. Pîrejinek ji der ve li ser refikê
pencereke bi heriyê girtî rûnistîbû. Lingên wê li hewa bûn, nedighan erdê. Li
rex wê centekî cermî danîbû. Desmaleke res li serê wê bû û kirasekî res li ber
bejna wê bû. Di cavên wê yên sîna mezin de hêstir dicirisîn. Navê wê Mara bû û
nû ji Jerewan hatibû.
Digot: Xema nexwe/ Meraqa
neke, min î yek sandiya ta arîkariyê bi min ve bisinin. Behsa hindek kesên ku
nû naskiribûn, dikir. Gotinê dê odekê i te re peyda kin. Eger odeke wê hebe
nexema tistekî din bû. Serê wê ji ber Seferê gêjbûbû, dê cend basba , eger
karîba bihnekê xwe veysîne, pasî dê karîba dîsa raba ser lingê xwe û wekî berê
bicûya û bihata.
Keseyê Ermenî yê Tbilissi
gotibûyê gerek e ew xwe bi xwe odekê ji xwe re peyda bike. Ji Jerewan hatibû ta
Kurê xwe vesêre. Ji mêj ve jı ber cavên wê windabûbû û ji niskê ve bihîst
ku î mirî ye. Ji ber gewdê wî yê mezin, xelkê navê wî kiribûn
"Apollo". Ew kurê wê bi tenê hebû, pistî ku ew jî mir tistekî wê nema
ye. Berê kurekî bas bû, lê dema ku hata vê dverê destpêkir bi kêran bileyze û
dema yek destpêbike bi kêran bileyze, zanibe ku behra bihtir tistekî bas jê
dernakeve. Gota min xema nexwe, ku hevalên min bên rewsa min dê xwes bibe.
Pişti çend rojan min
Mara ji nişkê ve li cihê seknandina tirêna nava bajêr dît, çend Rubel
(Perên Rûsî) di destên wê de bûn û xwe di nav koma xelkê re rakir û çû. Parsa
dikir. Ji min re behskir ku hevalên wê hatina, herdû hevalên ku bi rê ve
naskirîn. Odek jê re dîtibûn. Zilêm rahişt çentê wê û her sê birex hev
ketin û dan rê. Diniya gelekî gerim bû û ew gelekî bilez bi rê ve diçûn, Mara
bi zorê digeha wan. Piştî bihnekê ji çûn û hatina xelkê ji ber çavên Mara
winda bûn. Çavên wên jî ji xwe ne wekî berê mabûn. Hin bi hin xelik bihtir dibû
û dîna dît ku ew î li Meydaneke mezina fereha, tijiya ji xelkê, çiqasî li der
dora xwe gereha kir û nekir ku wan herdû
hevalên xwe bibîne, nedîtin.
Piştî Mara dît ku çara nîn e odekê ji
xwe re bibîne, rabû çû û li kaxezên Xaniyê kurê xwe pirsî. Li cihê Bîroya
Xaniyan heroj digotin siba were, siba were, û piştî heftiyekê jê re gotin:
Xanî hatiya frotin. Dê çi bike? Rabû çû cem Polîsan û gota wan ku Xanî wa
hatiya dizîn. Polîs çi karin jê re bikin? Yê Polîs gotiyê: Guhdarî bike
Dapîrkê, vê gavê here û bes serê me bi qerbalixa we bêşîna.
Vê carê/bi vî awayî hew
karîbû kurê xwe binax bike, perê wê jî nebûn ku vegere Jerewan, malê wê yê heyî
û mayî Kirasê res î li ber bejna wê bû. Dema min hindek pera dana wê, gota min,
ez ne bi wê xemê me ku perê min nîn in, ez bi wê xemê me ku ji bilî vî Kirasê
min î res nîne.
Û dema min piştî çend
heftiyan li Jerewanê telefûna wê kir, ta ez zanibim ku vegerehaya Jerewan yan
na, gota min erê çawa na, ez î bi silametî vegerehame.
Çûna bi Basê gelekî
xweş bû.
Min di Basê de Jinek ji
Spitak naskir, kurê wê di Şer de hatibû kuştin. Me li mala wê li
Spitak dîlok/stran gotin û tu zanî, min dît pistra çû ber nemliya Cilên xwe
rawasta- tijî Kirasên reş bû, rabû dû ji wan dana min! Talî Mara gota min
de vêca hew hewce ye tu xema min bixwî.
Şeveke baranî, ez bi
mêvanî li cem Zilamekî/Merovekî bûm, Mala wî li rojavay bajêr bû, ne ji zû de/beriya
demeka kurt Komeleke "Feylesûfên bêxweda"/ avakiribû.
Ev Komel ya her î taza/nû
bû, ev yek ji projikteyên wî yên piştî hilweşandina Sofiyeta berê bû,
ji sala 1991 ê ve dest bi avakirina wan kiribû.
Di wî zemanî de, dema ku
her Komeke ku xwe bi hev çelpisandî xwe wekî Netew didîtin/didana
nasîn/aşkera dikirin, wê demê wî Apartmenta/xaniyê xwe kiribû Komareke
serbixwe xwedî Destûr û Qanûna
Bingehî, û Serşoya xwe jî kiribû Parka/Bexcê Netewî.
Dema ku Rojnamavan dihatin
û dixwestin hevpeyvînan bi wî re çêkin, pêşî Pasportên wan li ser
Tixûb/Hidûd kontrol dikirin- ango li ber devê dêrî.
Li gor dîtinên wî
Apartment heta roja îro serbixwe bû, lê
piştî Şerên sala 1991 ê hew serê xwe ji siyaseta diêşand û Komar
dabû bazargvaniyekî Emrîkî bi kirê.
Me şeva xwe bi
vexwarina ombîta corcî ve derbaskir/buhirand. Di nîvê şevê de, bayek/sirek
ji Çiyê di pencera vekirî re hat û kir ku cama deriyekî bişke.
"Feylesûfê
bêxweda" ji cihê xwe ranebû, xwe ji binî ve nelebitand.
Digot serê sedî sed ev
karê Cina ye, û ew (Cin) çi ji Xwediyê xênî bikin heqên wan heye, kêm e nezêde
ye.
Min bihîstbû ku
"Feylesûfê bêxweda"
tiştekî li ser "Duchoborzan" dizane û çawa merov karê wan
nasbike û bi wan re bide û bistîne.
Lê ne wisa bû, serê wî
nevala ye û wekî din jî cîhana derveyîn hew bala wî
dikişîne.
Ev Du salin ku ji Tbilissi der
neketiye.
Piştî ku min xatir jê
xwest di dergehê bê pencera ve banî min kir: „Sibî dîsa were. „
„Ez nikarim.
Civanê min bi yekî Êzdî re
heye!“
Min berstika çakêtê xwe
hilda û ji Xênî derketim. Baranê xweş lê dikir.
Li ser cadê tijî av bû, av
bê rawestan diherikî, digihişta gwêzeka min.
Hinavên merov ji reqereqa
tavan diqetiya, ji dûr ve min di nav wê baranê de ronahiya dû çavîkên
Terembêlekê dîtin, di hundirê wê de zilamekî
xwe bi ser deregsyon ve tewand dibû.
Bi dengekî bilind bakir: „Siwarbe!“ Xwiya bû ku gelekî ji tavê sehû girtibû.
Erê, dibe ji ber wê yekê,
dema ku em pişt girekî ketin deregsyon ji nav destan filitî, Terembêl li
xwe zîvirî, li bin guhê resîfê ket û talî kete qonçalekê- nêzîkî nîv mitrî kûr
bû- û têde ma asê.
Me kir û nekir, me
nikarîbû wê ji wê derê derxînin. Rabû min derî vekir û bû çepçepa min ta ez
giham ser cadê; min destê xwe ji Terembêlekê re hilda.
Bextê min yê reş
Terembêla Polîsan li min derket.
Gelekî kêfa wan ji baranê
re dihat, behra bihtir ji ber ku pencereyên Terembêla wan nedihatin girtin.
Çiqasî şil dibûn hê
bihtir dikeniyan.
Heşt merov di wê
şapê de mirin.
Roja din berê sibehî cada
tijî kevir bûn û li Ezmên ewrên spî î piçûk difirîn.
Dem bûbû piştî nîvro.
Xelkê bajarê Tbilissi wekî
hercar xwe diberdan nava kolanan/ sûkê- Jinên zehîf çentên xwe ji xwe re
kiribûn şemsî ta serê xwe ji tîrêjên tavê biparêzin; Zilamên ku weke Teyr Tawisan
bi gumlekên rengereng/neqşên gulan lê, hêdî hêdî diçûn û dihatin; Zilamên
qelew yên eşqiya bi gulzikên reş( yên ji bo xwe ji dijwariya tavê
biparêzin ); xapokerên gavdirêj bi demançe, Bazarvaniyên sûka reş,
Karkerên sûkê û kesên ku ji Şer verîsiya bûn.
Şêxê Êzdî jî, bi
Ereboka xwe ve li wê derê bû, taliya rojê, piştî ku karê xwe bi dawî anî,
em bi lingan di nav wan cadên dihevde çûn, ta em gihiştin hewşeka
dîwarkirî, derdora wêna sînor kirî bû.
Ji wê derê em bi
pêpelûkekê ve bi hewa ketin, dibin çend têlên cilan re derbasbûn, ta em gihan
heywaneke bi depa avakirî; Sê Jin di qurcikekê de rûnistîbûn.
Dema ku Puschkin sala 1829
an hata vê deverê, jimarek ji pirtûka "Maurizio Garzonis " Notice sur
les Yezidis" di çentê wî de bû.
Puschkin gelekî hewl
da/dixwest Firqa Leşkerî ya Êzdiyan li aliyê Rûsan bibîne.
Raporta wîna ji bo min jî
tistekî nuh bû, ew cara pêşî bû ku ez rastî wî miletê/ola razekar“ miletê
mîna deryaka ji razan dibim.
Cara diwem e ku ez rastî
wana hatim, ew bû gava min " Gurdjieffs Meetings with Remarkable Men"
xwend. Gurdjieff ditanî bîra xwe dema ku
zarok bû, wisa bihîst bû ku merovê Êzdî dema ku tu xêzek gurover li dora wîna
çêkê tête girêdan û nema dikare jê derkevê.
Wî bi xwe carekê hewl da
ku Jineke reben ji rewşeka wisa bikişkişînê, lê bê sûde. Dema ku
merovekî Êzdî dixwest ji hundirê wê gokê derkeve, wisa Gurdjieff behs
dikir, laşê wîna hemû diqeyimî/ditevizî, û Sêzdeh yan Bîstûsê saetan dewam
dikr.
Di dema şerê kendavê
de, ez careke din li Êzdiyan serrast hatim, vê carê li bajarekî li bakûrê
rojhilatê Sûrî.
Mamostekî zimanê Inglîzî
tilya xwe bi du Jinan ve kir, li ber Kahniyekê rûnistîbûn.
They are Yezidis.
They believe in Sitting.
(Ev Êzdî ne.
Behwriya xwe bi rûniştinê tînin.)
Min
bersiva wî da û got, ez behwer dikim, ew jî wekî wan yên din baş kar
dikin, lê wî dixwest bêje ku: They believe in Satan. (Behweriya xwe bi
Şeytan di tînin. ew şeytan perestin ) Bi vê
yekê bêbextiyek gelekî kevin ku li ser Êzdiyan tê gotin, dubare kir.
Gelek gerhokên Ewrupî Êzdî
weke "Şeytanperest" dan naskirin; li hêla din jî Cîranên wan ew bi "lichtputzer,
berstika rast, Kurdên bi Por/Pirç, yan jî xwediyên riya dirêj/riya heşt
bost" bi nav dikrin.
Lê bi rastî Êzdî behweriya
xwe bi Şeytan nayînin, ev tişt li ser wana tê belav kirin ji ber ku
Milyaketê cîbilind/qedirmend û pîroz di ola wan de, Milyaketekî ji çavên xwedê
ketî ye.
Lê belê ew wîna bi
"Tawisî Melek" bi nav dikin û tucarî navê Şeytan nabêjin.
Herwekî din jî navên li vê
temtêlê qedxe ne.
Lê dema ku leşkerê
Osmanî şerê wan kir ew bindest kirin, û hatin neçar man ku xwe ji
"xwedayê xwe Şeytan" bidin paş, wan ji dêlva ku bêjin
"Şeytan" bi dengekî nizim digotin "Sultan".
Êzdî Şeytan na
parêzin.
Lê belê ew bi rengekî, ku
wana ji hemû Olên vê devera ku xelkên wê gelekî behwermend in, dipejirînin ku
hêza şer dsetê wê di afrandina kinyatê de heye/ew ji afrandina gerdûnê ne
bê para.
Cîhana me ji esasê xwe ve
ne paqij e/pîs e, û dema ku merov çavên xwe ji ber vê rastiyê digre, wê
çaxê êdî ew di wê mukumrastiyê de nagihe.
Bi rastî ez li ber vê
dîtinê bêçare mam/min, nikarîbû tiştekî dijî wê bêjim.
Ev bersiva hemû xewndaran
bû, ew kesên ku xewnan dibînin û naxwazin rastiyê/ bibînin - ji Fileha
bigre ta Komonistan, hemî serê xwe bi ramanan gêj dikin, û dibêjin gereke
tişt wisa û wisa bin, û di nav ramanên xwe de rastiya hebûna tiştan
ji bîr dikin/ çawaniya rastiya tiştan Ji bîr dikin.
Ew hingî serê xwe bi van
dîtinan ditêşînin xwe dinav de winda dikin û nagihin ku sipehîtiya
gerdûnê
rastî/baş/qenc bibînin.
Êzdî dibêjin ku ew ji Adem
in û hemî ademîzadên din hemî (tevî hemî giyandarên din.) ji Hawa ne.
Civata wana
civateke girtî ye; kesekî
ku ne Êzdî be
nikare bikeve nava
civata wana û di pirsa şû kirinê de Êzdî gelek hestedarin, şu kirin
tenê di çarçeweyeke Êzdayetiyê de tête pejirandin.
Tevî ku Olên din yên
mîna ´´Zerdeştî Kiristiyan ´´ Manewî´´ Cihû ´´Nesranî ´´Misilman û rêgeha
Derwêştiyê ´´ bandoreke wisa bi hêz û nêgatif li seqa, girdiş, û
dabûnerîtên vê Olê kirine jî, lê tanî nuha jî gelek tiştên ciwan, bi nirx
û kevnare parêstine ku van Olên dîtir ji mêj ve winda kirine.
Naveroka ola Êzdiyatiyê dikeve bakûrê Iraqê, li
Geliyê Laliş ku gora pêxemberê wan
yê ji sedsala dwanzdeha lê dimîne.
Şêx Adî li qelaçê Bekaa hata diniyayê, demeka
kurt berî ku Tirkên selcûqî vê deverê/herêmê dagîr ker bikin.
Li Bexdayê li cem çend mamosteyên derwêştî xwend.
Başê berê xwe da geliyekî bê kesûkûs nêzîkî
Mûsil, û li vê derê navê wî wekî Mamosteyekî tîr/ gelekî behwermend derket.
Her şev Qûran dû caran dixwend.
Bi tenê geya û mêweyên rezê xwe dixwar, cilên wîna
jî, ji hiriya ku bi destên xwe dihûnand çêdikirin.
Di salên xwe yên dawî û ji ancama rojîgirtinê
gelekî li xwe kêm kiribû.
Şagirtên wîna digotin ku dema ku xwe ji boy
nimêjê diniçimand mejiyê de serê wîna de, çû û dihat "wekî zixwerekî di
cerikî de".
Şêxê dondirmê lingê
xwe di ber xwe re berdabûn û diponijî.
Tîrêjên rojê derbasî
heywana sipî dibûn.
Bêdeng bû, ne diaxivî.
Êzdî ji aliyê netewî ve
Kurd in, min bi vî tiştî zanîbû.
(Lê paşê ew dijberî
vê dîtinê rabû).
Ji min re gotibû ku Êzdî
gereke her sibeh tozekê ji axa gora Şêx Adî bixwin.
Çîroka kurkê pîroz jimin
re digot ; lê dema min jê pirsî çi cudabûn di navbera ola Êzdiyatiyê û
Zerdeştiyê de heye,
axiftin jê çênebû.
« Behwer bike, ez
nikarim li ser van tiştan biaxivim.
Gerek tu herî Ermenistanê,
li wê derê gelek Êzdî hene.
« Min xarîtek vegirt.
Eger ez ji bo dîtina Êzdiyan biçim Ermenîstanê, ez dê karibim wê çaxê xwe ji başûr ve nêzîkî
"Duchobortan" bikim- Ew dever dê ji cadên Corcistanê yên dûrî milet,
xeter û bi sehû, xweştirbin.
Tixûbên di navbera
Corcistan û Ermenîstanê
de newaleke bilind
bû, ba ji serên wan Çiyayên tazî ve dihat.
Bêdeng polîsan Bas kontrol
kirin.
Piştî em ji sînor derbasbûn, me rêya xwe
di wan Kaşên tijî kevir de berdewam
kir- ew Kaşên Ermenistanê hemû wekî hev bûn,
tije lat û kevir bûn, û piştre
me xwe di Kaşekî re berda newala Ararat.